Civata Ewlekarî ya NY Êrîşa Dijî Kazimî bi Tundî Şermezar Kir

Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî hewila kuştina Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî bi tundî şermezar kir.

Wan kêfxweşîya dîyar kir ku Kazimî di êrîşê de ti zararê nedît.

Endamên Civata Ewlekarîyê piştgirîya xwe ya jibo azadî, serwerî, prosesa demokratîk, yekbûn û yekgirtîbûna Îraqê careke din dubare kir.

Wan bi pêgirî ragihand ku terorîzm, bi hemî awayên xwe, gefeya herî mezin ya ser aştîya navnetewî û ewlekarî ye.

Daxuyanîya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li hem dewletên endam kir ku dijî terorîzmê, piştgirên wê û alîyên ku desteka diravî didin wê, bi yekdengî helwesta xwe nîşan bidin.

Endamên Civata Ewlekarîyê herwiha banga piştgirîya bo hikûmeta Îraqê dîyar kir ku bikaribe lêpirsîna êrîşa dijî Kazimî bike.