NY Ser Îdlibê Careke Din Hişyarî Dide Alîyên Şerker

Wêneyeke bajarê Îdlibê (Arşîv)

Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê bang li Rûsya, Îran û Tirkîyê kir ku şerekî li Îdlibê dikare jîyana bi mîlyonan kes bixe bin bandorê.

Neteweyên Yekbûyî herwiha hişyarî dide alîyên şerker ku ji karanîna çekên kîmyayî dûr kevin.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Steffan De Mistura nûçegîhanan re got ku hejmareke mezin ya şervanên bîyanî li Îdlibê hene û hejmara giştî ya terorîstan li wê herêmê 10,000 e.

“Şûna ku jibo şerekî lez were kirin, baştir e ku korîdoreke mirovahî jibo sîvîlan were vekirin,” De Mistura got.