NY Jibo Gihandina Alîkarîyên ji Gaza re Şandeyekê Dişîne Rojhilata Navin

Berpirsê Alîkarîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths

Berpirsê Alîkarîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths îro Duşemê ragihand ku wê sibe Sêşemê bo piştgirîya gotûbêjên ser gihandina alîkarîyê bo Gaza ya dorpêçkirî re biçe Rojhilata Navîn.

Griffiths got ku ewê bo wêrekîya awarte ya hezaran karmendên alîkarîyê, piştevanîya xwe nîşan bide ku hîn jî li Gaza û Kerta Rojava ne û alîkarîya gel dikin.

Wî herwiha da zanîn ku ofîsa wî bi Îsraîl, Misir û aktorên din re di nava danûstandinên kûr de ye.

Berdevikê ofîsa mirovahî ya NY jî got ku Griffiths wê sibe Sêşemê here paytexta Misirê û ewê dû re serdana çend welatên din yên herêmê bike û li ber e serdana wî çend rojan bidome.

Çarenivîsa têka rêya gihandina alîkarîyan û valakirina sînordakirî ya ketina Gaza ya bê kontrola Îsraîlê dibe sedema fikarên mezin.

Taybetî piştî ku jêderên Misirî ragihandibû ku agirbesteke demkî pêk hatiye, lê Îsraîl û Hamasê gotibû ku ti peymanek agirbestê çênebûye.