NY Konvoyên Alîkarîyê Dişîne Efrînê

Efrîn

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser encamên biryara agirbestê li Sûrîyê, kom bû.

Karbidestên CENY'ê dîyar kir ku rêxistin û dewletên li Sûrîyê, li gor biryara agirbestê tevnagerin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Alîlarîya Mirovî li Sûrîyê Mark Lowcock, bi rêkatelekonferansê ser alîkarîya mirovî û agirbesta li Sûrîyê agahî da.

"Gava çek diteqin, bedelên vê însan didin. Tevî hemî zehmetîyên li Sûrîyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevkarên wê, xebatên xwe yên bo Sûrîyê dê bidomîne" Lowcock got.

Lowcock dîyar kir ku piştî operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê ji wî bajarî 183,500 kes koç kirine.

Karbidestê NY'ê da zanîn ku kesên ji Efrînê derketine, li Minbic, Nubul, Zehra, Tilrifat û Haseke bi cîh bûne û niha li Efrînê 50,000-70,000 sîvîl dimînin.

Lowcock dîyar kir ku seba alîkarîya mirovî bo Efrînê hewildanên wan didomin û got ku di demeke kin de dê konvoyên alîkarîyê herin wî bajarî.