Neteweyên Yekbûyî Daxwaza Vekolîna Kuştina Sîvîlan li Herêma Kurdan Dike

Ajansa AP radigihîne ku berpirsê mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Raad al-Hussein bang li Tirkîyê kiriye ku bihêle vekolîn li ser îdiayên kuştina sîvîlan, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve were kirin.

Al-Hussein got ku hîn raport giheştine destê wan ku sîvîlên li başûrê rojhilata welêt, di dema operasyonên ewlehîyê de bi zanabûn ji alîyê sekvanên dûravêj û wesayîtên artêşê ve têne kuştin.

Wî bal kişand ku mafê Tirkîyê heye hemwelatîyên xwe ji kiryarên tundî û tûjî biparêze, lê divê karbidest di dema operasyonên ewlehî û yên dijî-terorê de

Neteweyên Yekbûyî dixwaze vekolîna li ser kuştina pirtir jî 100 kesan di jerzemîneke avahîyeke li Cizîrê bike ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû dorpeç kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

NY Daxwaza Velokîna Kuştina Sîvîlên Kurd li Tirkîyê Dike