Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk dîyar kir ku Îsraîl divê jibo berevanîya Filîstînîyên li Kenara Rojava tedbîrên demûdest ragihîne.
Girjîya li Kenara Rojava ya dagirkirî bi mezinbûna şerê Îsraîl û Hamasê re gur bûye.
Volker Turk da zanîn ku ji serê Cotmehê vir ve bi deswerdana hêzên ewlekarî yên Îsraîlê li Kenara Rojava bi kêmî ve 176 Filîstînî hatine kuştin ku ji wan 43 zarok in.
Turk dîyar kir ku xwecihên Îsraîlê jî bi kêmî ve 8 Filîstînî kuştine.
Îsal, berî mezinbûna şerê Îsraîl û Hamasê jî jibo Filîstînîyên li Kenara Rojava saleke dijwar bû ku bi qasî 200 kes hatibûn kuştin.
‘’Ez bang li karbidestên Îsraîlê dikim ku demûdest tedbîran ragihînin û jibo Filîstînîyên li Kenara Rojava yên her roj bi tundûtûjîya hêzên Îsraîlê û xwecihan re rûbirû dimînin hin gavan biavêjin.’’ Turk got.
Bi girjîya li Kenara Rojava re fikar çêbûne ku şerê li herêmê gurtir bibe.
Turk dîyar kir ku berpirsîya Îsraîlê ye ku ew hemî bûyerên tundûtûjîyê vekole û jibo mexdûran çareserîyan bibîne.
Îsraîl dibêje ewê Hamasê pûç bike û ewê li Kenara Rojava jî dijî komên din yên Filîstînîyan têkoşînê bike.
18 mehên borî, hêzên Îsraîlê li Kenara Rojava, çekdarên tundrê, ciwanên keviravêj û sîvîlên neketine bûyeran jî di nav de bi sedan kes kuştin û bi hezaran kes jî girtin û di êrîşên Filîstînîyan de jî bi dehan Îsraîlî hatin kuştin.