NY Dibêje Zîyanên Erdhejan li Tirkîyê Wê ji 100 Mîlyar Dolaran Derbaz Bike

Dêmenek ji bajarê Semsûrê

Berpirsa Programa Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî, Louisa Vinton îro Sêşemê got ku zîyanên erdheja wêranker li Tirkîyê wê ji 100 mîlyar dolaran derbaz bike.

"Ji zararên ku ji hêla hikûmetê ve hatine pêşkêş kirin û ji piştrastkirina hevkarên navnetewî dîyar dibe ku zarara ku ji erdhejan çêbûne wê ji 100 mîlyar dolaran zêdetir be," Vinton li bajarê Entabê bi rêka vîdyoyê got.

Li ber e ku dewletên ku jibo erdhejê alîkarî bidin Tirkîyê di 16ê Adarê de li Brukselê bicivîn û ew hejmara ku Vinton îro daye, wek bingeha xwestina alîkarîyê wê were xebitandiun.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di erdhejên 6ê Sibatê de li Tirkîye û Sûrîyeyê pirtir ji 50 hezar kes miribûn û bi deha hezarên din jî birîndar bûbûn.