Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê got ku piranîya nêzîkî 900 sitargehên Lubnanê tijî bûne û kesên ku ji êrîşên leşkerî yên Îsraîlî direvin ji neçarî li kolan û parkên giştî radikevin.
Rêvebira ajansa Penaberan ya NY Rula Emîn di preskonferansekê de li Cenevrê got ku piranîya nêzî 900 sitargehên giştî yên hikûmeta Lubnanê nema dikanin hemwelatîyan bihewînin.
Emîn got ku ew bi karbidestên xwecîhî re dixebitin ku sitargehên nû peyda bikin û hevdem hin otel û şahîgehên şevê yên Beyrutê derîyên xwe ji gel re vekirine.
Karbidestên Lubnanî dibêjin ku pirtir ji 1.2 mîlyon kes derbider bûne û nêzî 2 hezar kes ji destpêkirina şerê Îsraîlê ya bi Hizbullahê ya par vir ve hatine kuştin ku piranîya wan kuştinan di du hefteyên borî de çêbûne.
Serokê ofîsa Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) li Lubnanê Mathieu Luciano got ku rê ji trafîkê re girtî ne û mirov li parkên giştî, li kolanan û heta li plajan radizin.
Luciano piştrast kir ku yên li Beyrut û li devera Çîyayê Lubnanê jî di nav de, piranîya sitargeh dagirtî ne, lê li hinek ji wan hîn jî cîh hene.
Wî dîyar kir ku piranîya siratgehên niha dibistan in û wateya wî jî ew e ku perwerdeya zarokan jî sekinîye.
Jêderên xwecîhî ragihand ku derîyê sînorî yê serekî yê Lubnanê bi Sûrîyê îro jiber êrîşên Îsraîlê ji trombîlan re hate girtin, lê Emîn got ku mirov hin bi pêyan derbazî hêla Sûrîyê dibin.
Emîn da zanîn ku pirtir ji % 60 ji 185 hezar Lubnanîyan giheştine axa Sûrîyê zarok û gencên nûgiheştî ne û carna dêûbav li cem wan tunene.