NY: Li Gaza 260,000 Kes Neçar Man ku ji Malên Xwe Derkevin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber êrîşên Îsraîlê yên li Gaza 260,000 kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

Li gor ragihandina NY herî dawî sala 2014’an jiber pevçûnên 50 rojî ewqas kes neçar mabûn ku ji warên xwe birevin.

Çaverê ye hejmara kesên ku ji malên xwe derdikevin zêdetir bibe.

Jêderên herêmî didin zanîn ku li Gaza nêzî 2,3 mîlyon kes dijîn.

NY ragihand ku jiber êrîşên esmanî yên rojên dawî pirtir ji 1000 avahî hilweşîne.

Karbidestên NY’ê hişyarî didin li Gaza bidestxistina pêdivîyên serekî roj bi roj dijwartir dibe.

Jêder: Reuters