Berpirsê NY Dibêje Jin û Zarokên Gazayê di Nava Gilêşan de li Xwarinê Digerin

Serokê Ofîsa Mafên Mirovan ya jibo Deverên Filîstînî yên Dagirkirî ya Neteweyên Yekbûyî, Ajith Sunghay îro Înê got ku li hin deverên Kerta Gaza jin û zarok di nav çopê de li xwarinê digerin.

Sunghay, piştî seredana xwe ya Filîstînê got ku komên mezin ji jin û zarokan, li hin deverên Gazayê di nava girên gilîşê de li xwarinê digerin.

Sunghay xembarîya xwe ya derbarê asta birçîbûnê dîyar kir û got ku li deverên navendî yên Gazayê, ku ajansên alîkarîyê li ser erdê xizmetê didin, birçîbûn heye.

"Ez bi taybetî jiber belavbûna birçîbûnê xemgîn bûm. Destxistina pêdivîyên bingehîn bûye têkoşîneke rojane û xeter ya jibo zindî mayînê," Sunghay di preskonferansek li Cenevreyê de bi rêya vîdyoyê ji Urdunê got.

Wî bi berdewamî got ku Neteweyên Yekbûyî jiber astengkirinên dubare yan rênedana karwanên mirovahî ji hêla karbidestên Îsraîlî ve nekaribû alîkarî bigihîne nêzî 70 hezar kesên bakurê Gazayê.

Sunghay, ku serdana kampên kesên ku vê dawîyê ji bakurê Gazayê derbider bûne, kiribû, got ku ew derbider di şertên pir dijwar de, bi kêmbûna giran ya xwarinê û paqijîya xirab de dijîn.

"Pir eşkere ye ku pêdivî ye ku alîkarîyên mirovahî yên mezin werin, lê rewiş ne wusa ye. Pir girîng e ku karbidestên Îraîlî destûr bidin wê yekê,” Sunghay got lê dîyar nekir ku NY cara dawî kengî alîkarî şandibûn bakurê Gazayê.

Jêder: Reuters