Erdogan: Emê Hewildanên bo Qedandina Şerê li Ukrayna Zêdetir Bikin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku ewê jibo qedandina şerê li Ukrayna hewildanên xwe yên dîplomatîk zêdetir bike.

Erdogan dîyar kir ku ew hewil didin ku dostên xwe yên Rûsî û Ukraynî li maseya danûsandinê bicivînin.

‘’Li ser bingeha serxwebûna Ukrayna û yekîtîya axa wî welatî, emê hewildanên xwe yên dîplomatîk yên jibo qedandina şer zêdetir bikin’’

Erdogan, ku hevbendê Azerbaycanê ye, ser operasyonên wê dewletê yên li Qarabaxê daye destpê kirin jî axifî.

Azerbaycanê dîyar kiribû ku wê li Qarabaxê dijî Ermenîyên veqetînxwaz dest bi operasyonê kiriye.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku Qarabax axa Azerbaycanê û jibo wir statuyeke din nayê qebûl kirin.

Jêder: AFP