Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Henry Kissinger şeva Çarşemê, di 100 salîya xwe de li mala xwe li Connecticut koça dawî kir.
Kissenger di dema serokatîya Richard Nixon û Gerald Ford de ji Îlona 1973 heta Rêbendana 1977’an wekî Wezîrê Derve yê Amerîka xebitîbû.
Newaf Xelîl, Bepirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Almanya koça dawî ya Kissinger dinirxîne û dibêje ku sîyaseta wî bû sedem ku Şoreşa Îlonê li Kurdistana Îraqê têk biçe û hêvîyên gelê Kurd yên li her çar perçeyan biçilmisin.
Your browser doesn’t support HTML5