Piştî ku parlamenteriya Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Musa Farîsogullari, Parlamenterê HDPyê yê Amedê hate betalkirin, HDP'ê diyar kir ku ewê çalakiyek bi navê “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyê” pêk bîne.
Parlementera HDP'ê ya Şirnexe Nuran Îmîr dîyar kir ku sedema sereke ya meşa wan, bertek nîşandan û nerazîbûnên dijî zexten li ser gelê Kurd, li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , tekoşina jinan û hêzên opozîsyona demokratîk e.
"Rejîma AKP'ê û şîrikê vê MHP dixwazin bi qayum û darbeyan desthilatdariya xwe berdewam bikin, lê ew vê yekê qebul nakin u teslîme vê rejimê nabin. Me bi tevahîya pêkhatên Partîya xwe civîn kir, pêşnîyarî û rexne berhev kir, encamê de biryara tekoşîna demokratik derket holê. Em dixwazin peyamek bidin li hember ê vê zilmê. Sekna xwe, tekoşîna xwe nîşanê AKP'ê jî bidin û raya giştî ya cîhanê hemû bidin.”
Parlementer Îmîr ragihand ku Meş dê di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrgê dest pê bike û li Wan, Amed, Edene bidome. Di 19'ê Hezîranê de jî dê li Enqereyê bi dawî bibe.
Meşa Edîrneyê jî dê di 15'ê Hezîranê de destpê bike û li Stenbol, Enqere bi dawî bibe.
Dê li Stenbolê bi rêxistinên civakî, karker û kedtaran re hevdîtin bikin. Komên Amed, Serhat û Çukurova dê tev li milê Colemêrgê bibin. Koma Ege, Derya Reş û Marmara jî te li milê Edirneyê dibe.
“Ew ê di 20'ê Hezîranê de li Enqereyê şaxên Çolemêrgê û Edîrneyê bên gel hev û din. Ew ê bi daxuyaniyeke girseyî daxwazan bînin ziman.”
Îmîr herwiha bal kişand ser girîngîya armanca meşê û got ku “Ev meşa demokrasî û azadî ye.”
Your browser doesn’t support HTML5