Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê êvarê ragihand ku leşkerê Tirkiyê dest bi operasyona leşkerî ya ser bakur û rojhilatê Sûriyê kirîye.
Piştî daxûyaniya Erdogan, raportên rojnamegerî ji herêmê tekez kirin ku êrîş li ser hin herêmên rojhilatê Sûriyê yên li ser sinorê Tikiyê di nav axa Sûriyê de pêkhatine.
Nûrî Mahmud, Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel YPGê ku hêza serekîye di nava Hêzên Sûriya Demokrat HSDê de daxûyaniyek taybet da VOA Dengê Amerîka got" Îro ji seat 4î êvarî û şûn ve firokên dewleta Tirkiyê li milê Serêkanîyê li gundê Mûşêrifa û li milê Grêspî firokanên Tikiyê lêxistin. Herwiha Top jî hatine avêtin li herêmê, bi taybet li milê Girêspî, evê jî gelek zirar da sivîlan û rewşekî karisî (wêrankarî) daye vakirin." Nûrî Mahmûd berdevkê YPGê got.
Your browser doesn’t support HTML5