Civata Nûneran, bernivîsa ku parvekirinên Trump yên dijî çar endamên jin yên Kongresê şermezar dike, pejirand.
Bernivîs li hember 187 dengan bi 240 dengan hat pejirandin.
Çar Komarîyên ji partîya Trump jî piştgirî dan bernivîsê. Di bernivîsê de toleyên sembolîk hene.
Trump roja Yekşemê bo welatên Ilhan Omar, Rashida Tlaib û Alexandria Occasio-Cortez û Ayanna Presley gotibû welatên herî xirab yên cîhanê ne.
‘’Çima ew jin naçin welatê ku jê hatine û ew derên ku di nav tawanan de rast nakin? Paşê werin û raberî me kin ka çawa ye.’’ Trump nivîsîbû.
Her çar jinên sîyasetvan do Sêşemê bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kiribûn ku Trump nijadperestîyê dike.