Rêxistena Norwêcî NRC ku li kampa Holê kar dike karê xwe rawstand, piştî ku du kesên nenas êrîşî ofîsa rêxistinê kirin û gef li karmendên wê xwarin û alavên ofîsê dizîn.
Berpirsê Ofîsa Penaber û Koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji Dengê Amerîka re ragihand ku piştî bûyerên girtîgeha Xwêran şaneyên DAIŞên li kampa Holê êrîşên xwe zêdekirine.
Li gorî Pêşveçûnên vê dawiyê ku li kampa Holê rûdane, di meha Nîsanê de hejmara qurbaniyên ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve bi awayekî berçav zêde bûne.
Ehmed di berdewamia axaftina xwe de saziyên navdewletî li ser metrisiya bi hêzbûna DAIŞê hişyar kir, û banga destwerdanê kir.
Li gorî amarên ji aliyê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova , di meha 4an de ya vê salê 6 kes ji aliyê şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatine kuştin.
Bi vê yekê hejmara tawanên kuştinê li kampê ji destpêka sala 2022an û heya dema amade kirina vê raporê giheştiye 10 kesan.
Li aliyekî din û di çarcoveya kontrolkirina rewşa ewlekariyê li Kampa Holê di 23ê Nîsanê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasiyoneke serdegirtinê li hemû beşên kampa Holê û gundewarê Hesekê pêk anî.
Her wiha di 2ê Gulanê de, Asayîş ê 23 Endamên şaneyên DAIŞê ku di nav wande biyanî jî hebûn li hundirê kampa Holê girtin, bi tawana peywendiya wan bi şanên DAIŞê yên li derveyî kampê çalakin.
Your browser doesn’t support HTML5