Hêzên Korya Bakur û Yên Korya Başûr Hevdu Gulebaran Dikin

Bo yekem car ji dema kêmkirina kiryarên dijminahî ve sala 2018an, hêzên welatên Korya Bakur û Korya Başûr îro Yekşem hevdu li dirêjiya sînor gulebaran kir.

Rûbirûbûn û tundûtijî car caran li ser sînorê herdu welatan didin, lê ev teqeya îro nîşana girjiyekê bû, herçendî wê ti ziyan li herdû aliyan jî nebûn, li gor çavdêran.

Komandariya hevbeş li Seoulê di daxuyaniyekê de got ku hêzên Korya Bakur xaleke sînorî ya nobedarên wan gulebaran kir. Korya Başûr bi 20 guleyên huşdariyê bersiv da di du boneyan de berî ku huşdariyê ji bo hêzên xwe ragihînin, li gor daxuyaniyê.

Artêşa Korya Başûr got ti ziyan nebûn. Berpirsên berevaniyê got diyar e ku li Korya Bakur jî ziyan nînin.

Demekê piştre, îro Yekşemê Korya Başûr peyamek ji Korya Bakur re şand ku dûrî bilindkirina girjiyan kevin, lê Korya Bakur bersiv neda, li gor Artêşa Korya Başûr.

Ev gulebaran dibe rojekê piştî ku serkirdeyê Korya bakur Kim Jong Un di boneyeke giştî de diyar bû, piştî nediyarbûna 20 rojan a ku bûbû cihê gelek gumanan.

Jêder: AP