Koreya Bakur Êrîşên Ukrayna yên li Nava Rûsyayê Şermezar Dike

Hêzên Ukraynayî li herêma Sumy li nêzîk sînorê Rûsyayê, dema ku ji Rûsyayê vedigerin, 15 Tebaxa 2024.

Wezareta derve ya Koreya Bakur îro Yekşemê êrîşên Ukrayna yên li nava Rûsyayê di daxuyanîyeke nivîskî de bi tundî şermezar kir û got ew gava Kîevê wek kiryareke terorîstî dinirxîne, ajansa fermî ya dewletê KCNA got.

"Em êrîşa çekdarî ya dijî axa Rûsyayê ya ji alîyê rejîma Zelenskyy bi tundî şermezar dikin, ya ku di bin kontrol û piştgirîya Amerîka û welatên Rojavayî de ye," KCNA ji zarê wezaretê got.

Wezaretê dîyar kir ku Koreya Bakur ku wê her tim di gel Rûsyayê be, jiber ku ew hewl dide serwerîya xwe biparêze.

Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku, êrîşên li nava Rûsyayê ji alîyê Waşîngton û Rojava ve tê piştgirîkirin jiber ku Amerîkayê gelek çekên kujer radestî Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy kirine.

"Pêşveçûna Ukrayna ber bi Rûsyayê ve, berhema siyaseta pevçûna dijî Rûsyayê ya Amerîka ye, ku rewşê berbi şerr Cîhanê yê Sêyemîn ve dibe," KCNA ji zarê wezaretê got.

Jêder: AFP