Listîkvan Murat Batgî Derbarê Cîran Cîran Dipeyîve

Dîmenek ji fîlmê Cîran Cîran

Sitcom ango situation comedy, rêzefîlmên komîk in, li ser jîyan, rewş û bûyerên rojane ku di gelek televîzyonên cîhanê de têne nîşan dan. Sitcoma yekê ya Kurdî jî, bi navê Cîran Cîran hatiye amade kirin û vê gave di TRT 6'ê de tê weşandin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, senarîst û yek jî lîstikvanên vê rêzêfîlmê, Murad Batgî behsa vê fîlme dike û dibêje, bi vî fîlmî em dixwazin nêrîna neyênî ya hember Kurdan biguherin.

Batgî herwiha dibêje, heta niha di fîlman de Kurd wekî kesên nezan û nexwendî dihatin nîşan dan lê bi vî fîlmî em nîşanî herkes didin ku Kurd jî mirovên xwendî, geheştî û kenok in.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.