Nivîskar Alî Karadenîz Derheqa Rengê Şewrê Dipeyive

Nivîskar Alî Karadenîz Derheqa Rengê Şewrê Dipeyive

Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Alî Karadenîz behsa kar û barên xwe û bernameya Rengê Şewrê dike, ku di qanala TRT 6’a kurdî de tê weşandin.

Birêz Karadenîz dibêje, me heta niha 71 bername amade kirine û gelek nivîskar, zana û rewşenbîrên navdar bûne mêvanê vê bernameyê. Hêvîya me ev e ku di demeke nêzîk de bernameya xwe bi awayekî dewlemendtir nû bikin û raberî temaşevanên xwe bikin.

Alî Karadenîz vebûna TRT 6, di prosesa rê vekirina pirsa kurdî de pengaveke girîng dibîne û dibêje, cara yekê ye li Tirkîye derfeteke wisa çêdibe ku 24 seet weşana bi kurdî tê kirin. Ez jî hewil didim li ser çand û huner bisekinim û kêşeyên civakî, ramyarî, aborî, sîyasî û yên jîngehîn bînim pêş temaşevanên me.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê kerema xwe li lînka jorîn kilîk bikin.