Amerîkî Îro Êrîşên 11’ê Îlonê bi Bîr Tînin

Amerîka îro Duşemê di salvegera 22’yan ya êrîşên terorî yên 11ê Îlonê bi bîr tine ku nêzî 3 hezar kes tê de hatibûn kuştin.

Li ber e ku Serok Joe Biden li bingeheke leşkerî ya li Anchorage, Alaska, gotarekî pêşkêşî endamên hêzên leşkerî, karmendên hawarçûn û rizgarkirinê û malbatên wan bike.

Biden wê ji Hilcivîna G20 ya li Hîndistanê û serdana Vietnamê derbazî Alaska bibe.

Herwiha, li New York, Pennsylvania û Pentagonê ku bûbûn armanca êrîşan, wê jibo rêzgirtina qûrbanîyan merasîmên fermî werin darxistin.

Cîgirê Serokê Amerîka Kamala Harrisjî beşdarî merasîmeke li Memorial û Muzexaneya Netewî ya 11’ê Îlonê li New York bibe.

Hevjînê Harris, Doug Emhoff wê serdana Shanksville, Pennsylvania bike û guldesteyekê deyne ser peykereke bîranînê, ku bfirokeyeke din ya revandî li wê qadê ketibû.

Terorîstên El-Qaîde 2 firokên rêwîyan revandibûn û ew li du bircên Navenda Bazirganîya Cîhanî xistibûn û di encamê de her du avahî hilweşîbûn.

Xanima Yekê Jill Biden, Wezîrê Berevanîyê Lloyd Austin û Serokê Serfermandarîya Hevbeş General Mark Milley wê beşdarî merasîma li avahîya Pentagonê bibin.

Li Amerîka 11’ê Îlonê wek Roja Netewî ya Xizmet û Bîranînê (National Day of Service and Remembrance) ya federalî tê borandin ku roja trajedîya giran veguherîne roja qencîyê û qurbanîyên wan êrîşan û karmendên lêgerîn û hawarçûnê bi bîr bîne.