Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Serdana Misir Dike ji bo Axaftina li dor Rêkeftina Tirkiyê û Lîbya

Nikos Dendias

Wezîrê derve yê Yûnanistanê serdana Misir dike ji bo axaftinên li dor rêkeftina di navbera Tirkiyê û hikûmeta Lîbya de, ji bo destnîşankirina sînorên deryayî di navbera herdû welatan de.

Wezîrê Yûnanî dê Yekşemê li gel hevtayê xwe yê Misrî kom bibe.

Yûnanistan, Misir û Qubrusê bi tundî rêlkeftinê rexne dikin û wê wek binpêkirina yaseya navneyewî û paşguhxistina mafên welatên din ên li ser derya Spî dibînin.

Roja Înê, wezîrê derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias daxwaz ji balyozê Lîbya li Asînayê kir ku berî 5ê meha Berçille rêkeftina li gel Tirkiyê ji wan re pêşkêş bike, yan jî ewê were qewitandin.

Rêkeftina Tirkiyê û Lîbya ku vê hefteyê hatibû ragihandin, girjiya berdewam a li gel Yûnanistan, Qubrus û Misir hîn gurtir kir.