Karbidestên Nîjeryayî radigihînin ku militanên çekdar êvara Duşemê êrîşek li dervayê bajarê Maiduguri pêk anîn.
Dîdevanan ragihand ku li taxa Molai dengên çekên giran hatine bihîstin.
Herêma Maidugri navenda şer û alozîyên bi gruba tundrê ya Îslamî Boko Haram e ku ji mêjve êrîşên wî rengî pêk tîne.