Nîjer Dibêje 40 Çekdarên Boko Haram li Giravên Gola Çadê Hatine Kuştin

Herema Giravên Gola Çadê ya ku hevsînorê Nîjer, Nîjerya, Kamerun û Çadê ye.

ikûmeta Nîjer dîyar kir ku hêzên artêşa welêt di şer û pevçûnên şeva Sêşemê de li giravên Gola Çadê nêzî 40 cîhadî yên Boko Haram kuştine.

Wezareta berevanîyê ya Nîjer ragihand ku nêzî 100 çekdarên Boko Haram bi çar botên darîn yên mezin û keştîyekî bi çekan hatin û hewil dane ku êrîşî leşkerên li giravên Gola Çadê bikin.

Wezaretê got ku leşkeran êrîşa Boko Haram têk birine û ew revîyane.
Herema Giravên Gola Çadê hevsînorê Nîjer, Nîjerya, Kamerun û Çadê ye.

Wezareta Nîjerî da zanîn ku di operasyonan de nêzî 40 çekdarên Boko Haram hatine kuştin û herwiha gelek çek, ebilxane û teqemenî jî hatine bidest xistin.

Di şer û pevçûnan de heft leşkerên Nîjerî jî birîndar bûne, wezaretê got.

Herema Gola Çadê û giravên wê yên bêhejmar yên piçûk, bûye yek ji penagehên sereke bo cîhadiyên Boko Haram ya Nîjerya û şaxê wê yê hevrik, Dewleta Îslamî ya li Herema Afrîkaya Rojava (ISWAP).

Nîjer, Nîjerya, Kamerûn û Çad di 2015'an de Hêza Peywira Hevbeş ya Pirneteweyî (MJTF) ava kirin da ku dijî tundrêwên cîhadî şer bikin.

Hêza hevbeş di operasyonekê di destpêka Gulanê de nêzî 20 cîhadî kuştibûn.

Boko Haram di 2009'an de li bakurê rojhilata Nîjerya dest bi êrîşan kiribû berîya ku li welatên cîran belav bibe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku ji wê demê vir ve zêdeyî 36 hezar kes hatine kuştin, bi taybet jî li Nîjerya û 3 mîlyon kes jî neçar mane ku malên xwe biterikînin.