Bi sedan alîgirên derbeya Nîjerê îro Înê li nêzî bingeheke leşkerî ya Fransa kom bûn.
Xwenîşendaran di protestoyê de dijî bloka Afrîqaya Rojava û Fransa slogan gotin.
Bloka Afrîqa Rojava, ECOWAS biryar da ku jibo sîstema qanûnî hêzekê çêke.
Di protestoyê de alayên Rûsya û Nîjerê hatin li ba xistin û jibo rêberê nû yê welêt General Abdourahamane Tiani piştgirîyên xwe êşkere kirin.
Li gor alîgirên derbeya Nîjerê, ECOWAS ne serbixwe ye û Fransa wê sor dike.
Nîjer yek ji kolonîyên berê yên Fransa ye û li wî welatî bi qasî 1500 leşkerên wê hene.
Fransa di rojên borî de hemwelatîyên xwe ji Nîjerê vekişandin û lê karbidestên Fransî dibêjin ewê leşkerên dijî cîhadîyan li wir bimînin.