Fransa Alîkariyê ji bo Nîjer Radiwestîne

Fransa roja Yekşemê tundûtûjiya li derdora balyozxaneya wê ya li Nîjerê rû da, ku vê hefteyê artêşê bi darbeya leşkerî dest danî ser desthilatdarîya hilbijartî şermezar kir û daxwaz kir ku rayedarên herêmî avahiyê biparêzin.

Wezareta Derve ya Fransa got "Em bang li wan dikin ku demûdest vê erkê bi cih bînin." Herwisa got, "Hêzên Nîjeryayê neçarin ku ewlekariya nûnertiyên me yên dîplomatîk û konsulxaneyên me wekî beşek ji peymana Viyenayê dabîn bikin.

Wezareta Fransî bi berdewamî destnîşan kir ku ew "hemû tundiya dijî nûnertiyên dîplomatîk" şermezar dike.

Bi hezaran alîgirên darbeya leşkerî roja Yekşemê li ber balyozxaneya Fransa li paytexta Nîjerê Niamey kom bûn piştî ku Parîsê alîkarî rawestand, hinek kesan jî hewl dan bikevin avahiyê.

Serokomar Muhammed Bazum bi derbeya leşkerî ya ku di nava hefteyekê de hat kirin, ji desthilatdariyê hate xistin û hat girtin. Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew "hemû alîkariya pêşkeftinê û piştgiriya budceyê" ya li Nîjerê radiwestînin. Fransa daxwaza vegerandina pergala destûrî ya li derdora Bazum a Nîjerê kir.

Yekîtiya Efrîkayê jî hişiyariyek 15 rojî da Nîjer da ku "nîzama destûrî" vegerîne. Li aliyê din Yekîtiya Ewrupayê ragihand ku ew ê rayedarên ku bi darbeyê re hatine, nas nakin.