Serokwezîra New Zealandê Ardern Dest ji Kar Berdide

Serokwezîra New Zealandê Jacinde Ardern îro got ku ewê karvekişîna xwe ragihîne û careke din nekeve hilbijartinan.

Ardern bi zimanekî hêstîyar dîyar kir ku êdî hêza wê ya bo rêvebirina welêt nemaye.

‘’Sîyasetvan jî meriv in. Tiştên em didin, em bi qasî hêza xwe, di dema xwe de didin û piştre jî dem temam dibe. Ez bawer dikim ku hin kesên din dikarin bi awayekî baştir welêt rêve bibin."

Ardern di sala 2017’an de dest bi serokwezîrîyê kir ku wê çaxê bi 37 salîya xwe li cîhanê jina herî gênc bû ku welat bi rêve dibir.

Serokwezîrê Australîa Anthony Albanes ser biryara Ardern dîyar kir ku wê nîşan daye ku empatî û pêşbînî bo rêberîyê çiqas pêdivî ne.

Ji serokwezîrên Kanada û Holanda ser Ardern peyamên serketinê hatin.

Ardern, ku bi kar û xizmetên li welatê xwe û li cîhanê hatibû pesandin, li ber e bi fermî di 7’ê Sibatê de ji kar vekişe.

Çaverê ye Partîya Karkeran ya li desthilatdar roja Yekşemê dengdanê çêke û rêberê/a hilbijartî wê heta hilbijartina giştî ya 14’ê Cotmehê serokwezîrîyê bike.

Jêder: Reuters