Rojnamevan Newroz Osman Ser Rewşa Efrînê Agahîyên Girîng Dide

Roja sisêyan e ku topbarana Tirkîyê ya ser axa gundên Ezaz û Efrînê berdewam dikin.

Di van êrîşan de jimareke sîvîl hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Tirkîye dibêjin ku berê YPG êrîşî axa wê kiriye û ew jî bersîva wan êrîşana didin.

Lê, berdevkê YPG'ê Firat Xelîk ew îdia bi tundî red kir û da zanîn ku heta niha guleyek ji alîyê YPG'ê neketine axa Tirkîyê.

Nûçegîhana ajansa Hawar (ANHA) ya li Efrînê, Newroz Osman dide zanîn ku di topbarana Tirkîyê ya dijî gundên Efrînê de zarokekî 10 salî jîyana xwe hinda kir û bi dehan sîvîl jî birîndar bûn.

Osman dibêje, jiber êrîşên Tirkîyê gelek sîvîl cî û warên xwe dihêlin û ber bi Efrînê ve tên.

"Piştî pêşveçûna Artêşa Şoreşgeran, dewleta Tirk bi wan êrîşên hawan û obusan dixwaze piştgirî bide çeteyan. Eger YPG'ê bi rastî êrîşî Tirkîyê kiriye ka dîmenên wan êrîşana li ku ne?"

Your browser doesn’t support HTML5

Newroz_Osman_2_15_16_RR