HDP îdia dike li Sêrtê li devera ku dibêjin Newala Qesaban destûra avakirina xanîyan ji alîye şaredarîyê hatiye dayîn ku tê gotin di dawîya salên 80’ê de meytên şervanên PKK’ê yên ku li deverê di pevçûnan de mirine, li vê newalê bi gorên komî hatine veşartin.
Di sala 1989’an de li ser daxwaza malbatên şervanan dozgerîya Sêrtê destûr da ku li newalê meyt werin derxistin û di nav çend rojan de hestîyên termên 8 şervanan ji wir hatin derxistin. Lê walîyê wê demê nehişt ku hemî dever were kolandin.
Roja Çarşemê heft parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) çûn bajarê Sêrtê û li Newala Qesaba Cîgira Gruba HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenter Hişyar Ozsoy daxuyanî dan.
‘’ Newala Qesaba jibo bûyerên deverê weke cîhekî bîr û hafiza ye. Ne dirust e ku li ser hestîyê mirovan, gora mirovan xanîyan ava bikin.’’
Parlamentera Sêrtê Beştaş got ku gelê Sêrtê jî naxwaze li ser goristanekê bijî.
Wê got ku di dema rêvebirîya HDPê de hemî projeyên avakirinê yên li Neawla Qesaba hatine betal kirin û ev proje di dema qayum de hatiye çêkirin.
Me xwest em van îdiayan ji şaredarîyê bipirsin, lê wan got ku ew bi telefonê nikarin zanyarîyan bidin.
‘’Li gor bme 300 meytên şervanên PKK’ê li Newala Qesaba hene. Tomarên serfermandarîya artêşa Tirkîye jî dibêjin ku 186 meyt li vir gorkirî ne.’’
Berîya çend rojan 13 baro, bi giştî 26 rêxistinên sivîl jibo Newala Qesaba daxuyanîyek hevpar da û xwest ku li gor peymanên navdewletî, Protokola Minnesota hestîyên li wir ji alîyê pisporan li gor rêbazan werin derxistin û nasnameya hemîyan bi testan werin tesbit kirin.
Your browser doesn’t support HTML5