Netewên Yekgirtî: Li Qirgizistanê Nêzîkî 400 Hizar Kes Bûn Mişext

Netewêt Yêkgirtî ragehand ku lêkdanêt bixwîn yêt nijadî li Qirgizistanê bûne egera mişext bûna nizîkî 400 hizar kesan.

Karbidestêt Netewêt Yêkgirtî roja Pêncşembî got nizîkî 100,000 kesan ku ji Qirgizistanê revîne, bûn penaber li Uzbekistan a cîran.

Lêkdanan ku li 10 mehê navbera nijadêt Qirgiz u Uzbek destpêkir bûne sedema kuştina pitir ji 190 kesan.

Alozkarî li bajêrêt Oş û Celalabad li başûr sist bûne.

alîrîkariyêt biyanî hêdî hêdî bo başûra Qirgizistanê di hêne hinartin bi wê hîviyê ku bigehne kesêt di ber alozkariyan de keftîn.