Rêberên Hevpeymanîya Netew Ser Gera Duyê Hilbijartinên Serokomarîyê Civîn

Rêberên partîyên sîyasî yên Hevpeymanîya Netew jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê kom bûn.

Ew rêber bi mazuvanîya berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu li hev civîyan.

Hevpeymanî ser stratejîya kempeyna gera duyê binirxînin û çaverê ye ku Kiliçdaroglu sibê Pêncşemê dest bi kempeyna xwe bike.

Li ber e ku Hevpeymanîya Netew piştî civînê daxuyanîyeke hevbeş bide.

Tirkîye jibo gera duyê ya hilbijartinên dê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Li hember desthilata Serokmarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku berbijarê Hevpeymanîya Gel e, Kiliçdaroglu heye.

Jêder: Twitter