Rêberên Hevpeymanîya Netew Ser Ewlekarîya Hilbijartinê Kom Bûn

Rêberên partîyên sîyasî yên Hevpeymanîya Netew ser ewlekarîya hilbijartinên 14’ê Gulanê kom bûn.

Hevpeymanîya Netew bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew hemî kadroyên xwe jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran hazir in.

Li gor daxuyanîya Hevpeymanîya Netew, li ser 192,229 sindoqan dê 561,977 erkdar û dildarên wan bixebitin.

‘’Em li bendê ne ku 64,114,341 hilbijêrên me, bê kêmahî, tevlî demokrasîyê bibin. Wek rêberên Hevpeymanîya Netew, em soz didin we ku emê li welatê me yê xweş demokrasîyê ava bikin.’’

Tirkîye dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran vê Yekşemê here ser sindoqan.

Berbijarê Hevpeymanîya Netew, Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ye.

Piranîya anketan raber dikin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî de Kiliçdaroglu.

Jêder: VOA, NTV, Twitter