Netanyahu: Erdogan Gundên Kurdan Bombebaran Dike, Nikare Dersên Exlaqê Bide Min

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku Fîlîstînî çiqas zû Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibînin ewê aştî jî ewqas zû were.

Netanyahu û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştî hevdîtinê preskonferanseke hevpar li dar xist.

Netanyahu di preskonferansê de got ku ‘’Erdogan ne ew mêrê ku dersen exlaqê bide min e.’’

‘’Birêz Erdogan êrîşî Îsraîlê kir. Rêberekî ku li welatê xwe gundên Kurdan bombebaran dike, rojnamevanan girtin didin, alîkarîyê dide Îranê ku toleyên navneteweyî bişkîne û Gaze jî di nav de piştgirîyê dide terorîstan ku însanên bêguneh werin kuştin, nikare dersên exlaqê bide min’’ Netanyahu got.

Erdogan do Yekşemê dîyar kiribû ku ‘’Îsraîl dewleteke terorê ye’’ û dabû zanîn ku ti hikmê biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya ser Orşelîmê tune.

Macron jî di preskonferansa hevpar da zanîn ku ew piştgirîyê nadin biryara Trump ya ser Orşelîmê û ewê piştevanîya çareserîyeke dudewletî ya ku ji alîyê civaka navneteweyî tê pejirandin bikin.