Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê jibo Îranîyan vîdyo-peyameke rastexwe weşand.
Netanyahu di peyama xwe de got ku hikûmeta Rêberê Olî Ayetullah Alî Xamaneyî ji Îsraîlê pirtir ji gelê Îranê ditirse.
‘’Jibo hêvîyên we bişkînin û rê li ber xeyalên we bigirin ewqas pere û dem xerc dikin. Ez jî ji we re dibêjim ku nehêlin ku xeyalên we bimirin.’’
Wî got ku ew pistepistên li Îranê dibihîse ku dibêjin ‘’zan, zedengî, azadî’’ ku wateya wê ‘’jin, jîyan, azadî’’ ye.
Serokwezîrê Îsraîê bang li Îranîyan kir ku hêvîyên xwe neçilmisînin û got ku Îsraîl û ewên din yên li cîhana azad bi wan re ne.
Jêder: AFP