Netanyahu Dibêje Kabîneya Îsraîlê Wê jibo Pejirandina Peymana Agirbestê Necive

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê Hamas tawanbar kir ku hin xalên peymana agirbestê paşve kişandine û ew jî erêkirina wê peymanê ji hêla hikûmeta Îsraîl ve asteng dike.

"Hamas beşek ji peymana ku bi navbeynkar û Îsraîlê re hatiye kirin red dike ku tawîzên kêlîya dawî wergire. Heta ku navbeynkar Îsraîlê agahdar nekin ku Hamas hemî xalên peymanê qebûl kiriye, wê kabîneya Îsraîlê necive," Netanyahu got.

Lê, rêvebirê payebilind yê Hamasê Îzzet el-Reşiq roja Pêncşemê got ku ew pabendî peymana agirbestê ne.

Rêberekî din yê Hamasê, Samî Ebû Zuhrî jî ji AFP re got ku ti rastîya îdiayên Îsraîlê tuneye ku wan ji xalên agirbestê û peymana berdana dîlan paşve kişîne.

Jêder: AFP