Netanyahu Kabîneya Şer ya Îsraîlê Hilweşand

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî kabîneya şer, ku piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê hatibû ava kirin, hilweşandîye.

Kabîneya şer givaştin li Netanyahu dikir ku ew planeke ser piştî şer ragihîne.

Jiber ranegihandina planekê, Benny Gantz ji kabîneyê û hikûmeta yekîtîyê vekişîbû.

Rastgirên tundrê yên di hikûmeta koalîsyonê de dixwest ku di kabîneya şer de cîh bigirin.

Du karbidestên girîng yên koalîsyonê, Bezalel Smotrich û Itamar Ben-Gvir, gef dixwar ku ger di plana Gaza de vekişîn çêbe ewê koalîsyonê hilweşînin.

Ben-Gvir dîyar kiribû ku ger plana agirbestê ya Serokê Amerîka Joe Biden were pejirandin ewê ji kar vekişe û rê li ber vekirina hikûmetê veke.

Ev gava Netanyahu piştî ku du karbidestên girîng yên yên kabîneya şer ji hikûmetê veqetîn, hat.

Yek ji wezîrên kabîneya şer Benny Gantz ji hikûmeta rewişa awarte vekişîbû û çavdêrê kabîneya şer Gadi Eisenkot jî karvekişîna xwe ragihandibû.

Eisonkot dîyar dike ku rastgirîya tundrê Netanyahu tirsandiye û divê ew karvekişîna xwe ragihîne.

Benny Gantz, ku wek reqîbê herî mezin yên Netanyahu tê dîtin, ji serokwezîr xwestibû ku plana stratejîk ya ser Gaza ragihîne.

Gantz dîyar kiribû ku Netanyahu rê li ber serketineke rast digire û ew jî dike ku ew bi krîzê re rûbirû bimînin.

Bi banga wî ya ser hilbijartina pêşwext re şirove hatibûn kirin ku ew piştgirîyê nade planên Netanyahu.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û AFP hatine wergirtin.