Netanyahu jibo Amerîka Balyozekî Nû Erkdar Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Yecihel Leiter wek balyozê pêş yê li Amerîka erkdar kir.

Leiter yê ku li Amerîka hatiye dinê berê di Wezareta Darayî ya Îsraîlê de wek nûnerê taybet kar dikir.

Netanyahu di daxuyanîya erkdarkirinê de ser Yechiel Leiter got ku dîplomatekî jêhatî ye, bi bandor daixfe û çand û sîyaseta Amerîka baş dizane.

Erkdarkirina Leiter sê rojan piştî serketina Donald Trump ya di hilbijartinên seroktîya Amerîka de hat ku ew ji alîyê gelek Îsraîlîyan ve jiber piştgirîya wî ya xurt ya jibo Îsraîlê tê pîroz kirin.

Leiter xêncî karê xwe yê li Wezareta Darayî, li Wezareta Perwerdehî wek cîgir jî kar kiribû.

Kurê Leiter sala borî dema wî di artêşa Îsraîlê de kar dikir li Gaza hat kuştin.

Jêder: Reuters