Netanyahu Dibêje Agirbest Heye, lê Dawî li Şer Nehatiye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê ew li gor peymana agirbestê ya bi Hizbullahê re tevdigere, lê ew nayê wê wateyê ku dawî li şer hatiye.

Netanyahu li Nahariya ya li bakurê Îsraîlê û li sînor dîyar kir ku Hizbullahê do Duşemê agirbest bi awayekî cidî binpî kiriye û da zanîn ku artêşa Îsraîlê jî ser vê binpêkirinê li Lubnanê êrîş birine ser pirtir ji 20 hedefan.

‘’Em niha di agirbestekê de, lê ez dîyar dikim ku agirbest ne dawîya şer e.’’

Wî dîyar kir ku ew dixwazin xwecîhên bakurê Îsraîlê vegerin welatê xwe û jiber vê jî ew li hember hemî binpêkirinan gavên hewce diavêjin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matt Miller do Duşemê ji rojnamevanan re ser girjîya li Lubnanê got ku agirbest didome.

Miller got ku Washingtonê texmîn kiriye ku ewê di vê agirbestê de hin binpêkirin hebin.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê do Duşemê dabû zann ku di êrîşên Îsraîlê de li başûrê welêt 9 kes hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ji zarê du jêderên payebilind dîyar kir ku Lubnanê ji Washington û Parîsê xwestiye ku jibo Îsraîl li gor agirbestê tevbigere li ser wê zextê bikin.

Jêder: AFP, Reuters