Danûstandinên Ser Siberoja Kurdên Sûrîyê Bênavber Didomin

Li Qamişlo merasîmên oxirkirina şervanên HSD ku di êrîşên Tirkîyê li Minbicê canên xwe ji dest dan

Danûstandinên jibo gihîştina peymanek li ser siberoja Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Sûrîyê bi awayekî xurt didomin, li gor raportek Ajansa nûçeyan Reutersê.

HSD ku Kurd pêşengîyê dikin di tekoşîna dijî rexistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye, lê Tirkîye wan wek xeterîya ewlehîya neteweyî dibîne.

Tevî pênc ji wan rasterast beşdarî gotûbêjan dibin, bi dehan jêderan ji Reutersê re gotin ku danûstandinerên dîplomatîk û leşkerî ku nûnertîya Amerîka, Tirkîye, Sûrîye û HSD dikin, di nîqaşên di hefteyên dawî de ji daxuyanîyên xwe yên giştî, bêtir nermbûn û bîhnfirehîyê nîşan didin.

Danûstandinên berdewam pêkan e ku di mehên pêş de jibo peymanekê qonaxekê bingehekê amade bike, ku dibe hin hin şervanên Kurd bakurê rojhilata Sûrîyê biterikînin û HSD bikeve bin desthilata wezareta berevanîyê ya nû ya Sûrîyê, şeş ji jêderan got.

Digel vê yekê, gelek kêşeyên dijwar hewce ne ku werin çareser kirin, wan gbal kişand.

“Di nav wan de çawanîya beşdarkirina şervanên xurt çekdarkirî û rahênandî yên HSD’ê û rêvebirina heremên di bin kontrola HSD’ê, ku zeviyên serekî yên neft û danûdexil dihewîne, “wan gotin.

Di hevpeyvînekê de bi kanala Esharq News ya Erebistana Saudî roja Sêşemê, serfermandarê HSD Mazlûm Ebdî got ku "daxwaza bingehîn" ya wan ji serkirdayetîya nû ya Sûrîyê, rêvebirina nenavendî ye.

Ebdî rave kir ku ti nêta HSD tuneye xwe bêçek bike yan ji nav bibe, û wî dîyar kir ku HSD jibo girêdana bi wezareta berevanîyê re û tevgerandina li gor rêgezên wê tevdigerin vekirî ye, lê wek "blokek leşkerî", (baskek xweser).

Wezîrê berevanîyê yê nû yê Sûrîyê Murhaf Ebû Qesra roja Yekşemê di hevpeyvînekê de bi Reutersê re, got ku pêşnîyara ku HSD yek blok bimîne "ne rast e".

Peymanek hevdem girêdayê helwesta Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e li gor jêder û çavderan, gelo ewê operasyoneke leşkerî ya nû, , berfireh ya fermî bi beşdarîya hêzên bejayî ya dijî HSD’ê bide destpêkirin yan na.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike. Tirkîye, YPG’ê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya Sûrîyê dibîne, rexistina ku ji 1984’an ve dijî dewleta Tirkîyê serhildanekê çekdarî rêve dibe.

Hem Tirkîyê û hem jî Amerîka PKK’ê wek komeke terorîst dibînin.
Tirkîyê, dibêje ku HSD rêxistineke terorîst e, lê ti welatekî cihanê yên din HSD’ ê wek komeke terrorist nabîne.

HSD jî bi dubarekî dîyar dike ku bi PKK’ê re ti peywendîya wê ya organîk tuneye.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan vê mehê got ku divê "fersendek bê dayînê desthilatên nû yên Sûrîyê ku ew dawî li dagirkerî û terora YPGê bînin".

Lê wî negot ku Enqere wê heya kengê li benda Şamê bimîne, berîya ku dest bi êrîşê HSD’ê bike.

Jêderekî ji wezareta derve ya Tirkîyê got ku bêçekkirina komên çekdar û derketina "şervanên terorîst yên biyanî" jibo aramî û yekparçeyîya axa Sûrîyê pêwîst e, loma ev yek çi qas zûtir pêk were, ewqas baştir e.

"Em vê bendewarîya xwe di dema peywendiyên xwe yên bi Amerîka û rêveberiya nû ya Şamê re bi awayekî herî xurt tînin ziman," wî got.

"Serhildayên bi pêşengîya Heyat Tehrîr el-Şam (HTS), hevbenda berê yê El-Qaîde, piştî êrîşek 12 rojan, di 8’ê Berfenbarê de rejîma Beşar El-Esad têk birin û bûn destilatên defacto yên nû li Sûrîyê.

Li gor ragihandina dîplomatekî payebilind yê Amerîka, ji wê demê ve karbidestên Amerîkî û Tirk li ser siberoja Sûrîyê gotubêjên "gelekî tund" rêve dibin,

Wî dîplomatî got ku Amerîka û Tirkîye li ser gelek xalan, tevî terikandina hemû çekdarên biyanî axa Sûrîyê û got ku danustandineên Tirk "jibo çareserkirina kêşeyan xwedî hesteke lezgîn in".

Lê, wî destnîşan kir ku gotûbêj li ser gelek mijarên dijwar "pir tevlîhev" in û wê dem hewce bike.

Karbidestên hemû alîyan dibêjin ku di navbera Amerîka û HSD û HTŞ; Tirkîye û HTŞ; HSD û HTŞ de, danûstandinên hevdemî pêk tên.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûrîyê di 2011’an de, HSD ya bi peşengîya Kurdan kontrola piranîya heremên li bakûr û rojhilata welat bi dest xist ku nêzî çaryeka Sûrîyê dike.

Tirkîyê jî bi hezaran leşker li bakurê Sûrîyê bi cîh kirine û herwiha li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku bi hev re şerê dijî HSD’ê dikin.

Enqere ji 2016’an ve dijî HSD’ê gelek operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîne û bi berdewamî êrîşên esmanî dike.

Ji têkçûna rejîma Esed ya 8’ê Berfanbarê ve, Tirkîye û komên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê şerê dijî HSD’ê tund kirine.

Li bakûrê Sûrîyê jiber bomberan, êrîşên esmanî û pevçûnên di navbera HSD’ê û komên çete yên bi piştgirîya Tirkîyê de li bakûrê Minbicê, ji 12’ ê Berfanbarê ve, herî kêm 452 kes hatine kuştin, li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR).

Şîrovekar bale dikşînin ku çaresernekirina çarenivîsa Kurdên li Sûrîyê dikare hewlên nû yên jibo bidawîkirina serhildana PKK li Tirkîyê jî têk bibe.

Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku ger li bakur-rojhilat çareserîyeke siyasî neyê dîtin, wê li Sûrîyê û Rojhilata Navîn "encamên dramatîk" werin derkevin hole.

Ji alîyê din ve, piştgirîya Amerîka jibo HSD’ bi hevalbendê wê yê NATO’yê Tirkîyê re bûye xaleke girîng ya nakokîyê.

HSD’ê di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye û hê jî bi deh hezaran girtîyên girêdayî komê radigirê.

Washington dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin. Lê Enqere daxwaza helandin yan tunekirina HSD’ê dike û herwiha ji Washingtonê daxwaz dike ku piştgirîya xwe ya jibo şervanên Kurd rawestîne.

Erdogan roja Çarşemê got ku hêza Tirkîyê heye ku hemû "terorîstên" li Sûrîyê, tevî DAIŞ û HSD’ê jî tune bikin.

Tirkîye dixwaze ku rêvebirîya kamp û girtîgehên ku girtîyên DAIŞ’ê tê de ne, werin veguheztinê desthilatdarên nû yên Sûrîyê û alîkarîyê pêşkêşî wan dike.

Herwiha ji HSD’ê daxwaz dike ku hemû çekdarên biyanî û endamên payebilind yên PKK’ê ji Sûrîyê derkevin û endamên mayî werin bêçek kirin.
Ebdî, fermandarê HSDê, meha borî ji Reutersê re gotibû ku çekdarên wê yên biyanî, di nav de endamên PKK, wê ji Sûriyê derkevin ger Tirkîye agirbestê qebûl bike.

PKK roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de ji Reutersê re got ku ewê derketina endamên xwe qebûl bike ger HSD kontrola bakurê rojhilatê bidomîne yan jî di serkirdayetiya hevbeş xwedî rolek girîng be.

Pêkan e ku garantîyên bi wî rengî Enqerê razî nekin di demekê de ku QSD "hewl dide zindî û xweser bimîne" li Sûrîyê, Omer Onhon, balyozê dawî yê Tirkiîyê li Şamê, ji Reutersê re got.

Hin karbidest û dîplomatên Sûrî dibêjin, dibe ku HSD dest ji kontrolkirina deverên girîng û dahatên petrolê berde, wek beşek çareserîyek siyasî.

Di berdêla wê de, dibe ku Kurd jibo ziman û çanda xwe di nav avahiyeke siyasî ya nenavendî de werin parastin, Besam el-Kuwatlî, serokê Partiya Lîberal ya Sûrîyê, got.

Jêderekî payebilind yê Kurd ji Sûrîyê pejirand ku hin danûstandinên bi vî rengî dibe ku hewce bin, lê wî hurgilî neda.

Li gor dîplomat û karbidestên hemû alîyan, asta xweserîya Kurdan li Sûrîyê wê girêdayê helwesta serokê nû yê Amerîkî Donald Trump be ku îro dest bi kar dike.

Ew dibêjin ku ger Trump piştgirîya demdirêj ya Washingtonê jibo hevbendê xwe yên Kurd re bidomîne, wê di danûstandinan de destê HSD’ê xurt bibe.

Trump heya niha li ser nêta xwe bi eşkereyî neaxifîye, di nav de planên xwe yên jibo 2,000 hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê ne.

Artêşa Amerîka heta niha ragihandîye ragihand ku ew vekişîna hêzên xwe nanirxîne û hevkarîya wê ya bi HSD’ê didome.

"Amerîkî wê (HSD) neterikînin." Lê hatina kesekî wekî Trump ku helwesta wî nayê pêşbînîkirin divê bi rengekî wan jî xembar bike, " Balyozê berê yê Tirkîyê, Onhon got.

Jêder: Reuters