Wezareta Derve Ya Amerîka li Dor Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê Daxuyanî Dide

Ned Price peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka

Daxuyaniya Peyvdarê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price li dor êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê.

Îro Yekşemê li ser navê peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Ned Price daxuyaniyek derbarê êrîşên mûşekî bi ser hin herêmêm Kurdistana Îraqê weşand.
Daxyuanî di malpera fermî ya Wezareta Derva ya Amerîka de hat weşandin, herwiha di platformên Mediya Civakî ya balyozxaneya Amerîka de li Bexda jî hat weşandin, daxuyanî weha ye:

Amerîka piştgîriya hevkarên me dike bo şermezarkirina êrîşên dubare yên mûşekan û hawinan bo ser Herêma Kurdistanê ku di nav van çar rojên borî de sê êrîş li ser jêrxana neft û gazê li parêzgeha Silêmaniyê pêkahtine.

Ev êrîş ji bo têkdana aramîya aborî hatine amadekirin û bi heman awayî armanca wan ew e ku serweriya Îraqê binpê bikin û tovê duberî û tires biçînin.

Divê ev êrîş bên lêkolînkirin û berpirsyarên wan êrîşan derkevin pêşberî yasayê.
Herwiha daxuyanî dibêje: em dê berdewam piştevanîya xelkên Îraqê bikin û di nav wan de hevpişkên me yên Herêma Kurdistanê, li hember tund û tîjîya nayê qebûl kirin û em dê her derfetekê bibînin ji bo piştevanî û pêşxistina ewlakariya Îraqê.

Vê jî bixwîne: Bingeheke Petrolê li Herêma Kurdistana Îraqê Bû Armanca Êrîşeke Roketî