Li Herêmên Kurdî li Sûrîyê 354 Zarok Nava 5 Mehên Borî Bûne Qurbanî

Kurdên Sûrî ki ji êrîşên Tirkîyê direvin

Li gorî amarên komeleya mafê mirovan ya herêma Cizîrê li ser asta herêmên bakûr û rojhilata Sûrîyê û deverên Kurdî yên jêr kontirola Turkîyê de li Sûrîyê ji destpêa sala 2023an de heya dawîya meha 5an heman salê 354 zarok bûn qurbanîya şerê navxweyî li Sûrîyê.

Zarokek bû armanca balafirek bê pîlot

Ehmed Mihmed Salim zarokekî 14 salî bû, di firoşgehekê ser rêya Dêrik û Qamişlo de kar dikir dema balafirek bê pîlot ya Turkîyê firoşgeh armanc girt û hat kuşt in.

"kuştî zarokek bê guneh û kujer dîyarin, lê mafê me winda ye" Dîya Ehmed ji Dengê Amerîka re got.

Li herêmên Kurdên Sûrîyê weke Ehmed 353 zarkên din bûn qurbanî.

Serjimar û cûreyên binpêkirinan dermafê zarokan de

Komelya Mafên Mirovan li herêma Cizîrê raporek derbarê "zarokên qurbaniyên şerê navxweyî yê Sûriyê"belav kir.

Di raporê de serê vê mehê de hat eşkere kirin, amarên binpêkirinên li dijî zarokan, hejmarên zarokên qurban û mijarên wekî din yên girêdayî rewşa zarokan li bakur û rojhilata Sûriyê û herêmên din yên Kurdî li Sûriyê, ji destpêka sala 2023’an heta dawiya meha Gulana borî hatin eşkere kirin.

Seroka komeleya mafê mirovan Evîn Cumaa ji Dengê Amerîka re got:

"di vê raporê de amarên binpêkirinan û rewşa zarokan li herêmên rêvebriya xweser û herêmên Kurdî yên di jêr kontrola Tirkiyê de ragihanda ji raya giştî re".

Rapora Komeleya Mafên Mirovan, amaje bi hejmar û amarên zarokên ku bi sedemên cûda yên şerê navxweyî Sûriyê bûne qurban weke bûyerên "kuştin, revandin, xwekuştin, qurbanên bermahiyên şer, destdirêjiya sêksî û hatin kuştin û birîndar bûne û rewşên wekî din" dike.

Serjima û amarên ku di raporê de hatine eşkere kirin wiha ne:

- Hejmara qurbaniyan li bakur û rojhilata Sûriyê 260 zarokin.

- Hejmara qurbaniyan li herêmên Efrîn û Şehbayê bûne qurbanî 48 zarokin.

- Hejmara zarokên ku di encama hilweşîna avahiyên ji ber erdhej û bombebaranê jiyana xwe ji dest dane 46 zarokin.

UNICEFê: 13000 zarok hatin kuştin û birîndarkirin li seranserî Sûriyê

Li gorî daneyên herî dawî yên UNICEFê ku bi rêya raportêke di 15ê Adara 2023an de hatine weşandin.

"Piştî 12 salan ji şerê li Sûriyê, 13000 zarok hatin kuştin û birîndarkirin, 8633 zarok hetine leşkerkirin di warê leşkerî de, 8056 navendên taybet ên perwerde û tenduristiyê yên zarokan hatin armanckirin".

Li gorî raporta UNICEFê "hejmara zarokên ku beriya erdhejê ku pêdiviya wan bi alîkariyê hebû (3 750 000) zarok bû, piştî erdhejê zêdetirî (7 000 000) zarok hewcedarê alîkariyê ne".

Di raporê de hat destnîşankirin ku "di sala 2022an de hejmara zarokên ji ber kêmxwarina tûnd bi bandor bûne ji % 55 zêde bûye".