Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê serdana Entabê kir û li navenda AFADê preskonferansek li dar xist.
‘’Li Herêma Kurdistanê di her malekê de şîn heye, li gelek bajar û devaran jî şahî û pîrozbahî hatine rawestandin.’’
Barzanî dîyar kir ku Herêma Kurdistanê bi qasî kanînên xwe alîkarî şandine û ewê şandina alîkarîyan bidomînin.
Medyaya Kurdî radigihîne ku Barzanî dê serdana Enqere ya paytexta Tirkîyê bike û li wir bi wezîrê derve Mevlut Çavuşoglu re bicive.
Barzanî pêr Yekşemê serdana Konsulxaneya Tirkîyê ya li Hewlêrê kir û di deftera taybet ya sersaxîyê de peyameke xemdarîyê nivîsî.