Di Êrîşa DAIŞ'ê ya li Nahîya Celewla de 6 Kuştî Û 7 Brîndar Hene

Hêzên Pêşmerge li Herêma Germiyan

Fermandarekî payebilind yê Hêzên pêşmergeyan ragihand ku şeva borî êrîşên berfireh yên DAIŞ'ê de li navçeyên Kerkûk û Diyalayê pêk hatine û hêzên Îraqê bi şev ji navendên xwe dernakevin û DAIŞ li herêman êrîşan pêk tîne.

Şeva derbasbûyî DAIŞê êrîşî ser gundê Îslah ya ser bi navçeya Celewla ya ser bi parêzgeha Diyalayê ve kir û di encam de 6 kes hatin kuştin û 7 welatiyên din jî birîndar bûn û 6 kesên din jî li devera Beşîr ya li başûrê Kerkûkê hatin kuştin.

Cîgirê Fermandarê Lîwaya 5 ya Hêzên Pêşmerge Serheng Bextiyar Hema Salih

Cîgirê Fermandarê Lîwaya 5 ya Hêzên Pêşmerge Serheng Bextiyar Hema Salih bo Dengê Amerîka agift û got: "DAIŞ'ê bi şev tevgereke zêde heye, herêm di bin kontrola wan de ye, ji ber ku artêşa Iraqê bi şev ji navendên xwe dernakevin, kemîn yan jî operasyonên wan tune ne, ji ber vê yekê DAIŞ çi dixwaze 50 metreyan dûrî navendên xwe dike."

Fermandarê pêşmerge herwiha got, "Hêzên Iraqê ne li pey wanin" û diyar kir ku herêmên ku hêzên DAIŞ'ê lê mane, ji bo mayîn û veşartinê guncaw û destdayî ne.

Serheng Bextiyar Hema Salih li dor bikaranîna DAIŞ'ê ji hewa û toza xerab de û bi taybet ji bo êrîşên şevê din wiha got "DAIŞ şerê partîzanî dike û sûd ji rewşa xirab ya hewayê û dijwariya daristanan werdigire."

Li gorî fermandarê pêşmergeyan, DAIŞ'ê di dawiya meha Remezanê de hewl da êrîşî xalên kontrolê û barîkatên pêşmergeyan bike û got, "Pêşmergeyan barîkatên xwe teng kirine û ji bo rûbirûbûna DAIŞ'ê me planên taybet danîne."

Di dawîya hevpeyvîna xwe de ligel Dengê Amerîka, fermandeyê pêşmerge şirove kir ka çima DAIŞê êrîşî gundîyan kir jibo belavkirina tirs û sehmê. Heta ku xelk pêzanîn û agahiyan derbarê çekdaran ne de hêzên Îraqî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Kerkuk 24 05 2022