Parlamanterê berê yê HDPê Nazmî Gur, derheqa pirsgirêk û dijwariyên li Tirkîyê tev li bernameya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû.
Gur da zanîn ku dewleta Tirk di serî de partîya AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, planeke stratejî darêtîye û dixwzin pêşî HDP û tevaya kurdan li tirkiyê jinav bibin, lê kurd jî vê yekê qebûl nakin û liberxwe didin.
"Niha li başûrê Kurdistanê Kurd ber bi federalîzm û dewletbûnê ve diçin. Li Rojava pêşketinên mezin hene û li Bakur jî Kurd berevaniyê ji hebûn, nasname, ziman û mafên xwe dikin."
Di beşekî axiftinên xwe de Gur dibêje, partiya desthilatdar li Tirkiyê AKP û Serokomar Erdogan HDPê wek asteng li hember plan û heza xwe ya tekpartî û kontrolkirina qada siyasetê li Tirkiyê dibînin.
"Ew dixwazin HDPê di parlamenê de nehêlin, lê ewê HDP xebata xwe ya jibo mafên Kurdan û demokrasîyê berdewam bike û HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiya hemî Tirkiyê ye."
Your browser doesn’t support HTML5