Nazmî Gur: Êşa Me ji bo Hatîp Dîcle Pir Mezin e

Nazmi Gur.

Sazîya Bilind ya Hilbijartinê li Tirkîyê (YSK) bi yek dengî parlamenterîya endamê Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê Hatîp Dîcle betal kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Nazmî Gur endamê nû hilbijartî yê parlemantoya Tirkîyê dibêje, biryara YSK “bêy hiqûqî û bêy qanûnî ye.”

Birêz Gur dibêje, biryara YSK ne bitenê li dijî Hatîp Dîcle ye, lê li dijî gelê Kurd e.

Parlamenter Gur dibêje, “êşa me û jana me pir mezin e ji bo birêz Hatîp Dîcle.”

Birêz Gur herwiha got, roja Pêncşembî rêberên Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê li Dîyarbekirê kom dibin û biryara xwe ya dawî didin.

Çend roj berîya vê biryarê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk dîyar kiribû ku 6 havelên wan li girtîgehê ne, parlamenterîya hevalekî wan jî bê asteng kirin, ewê neçine meclîsê.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Gur re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.