Hunermenda kurd Naz Elî Ewle bi dilgermî û hezkirin şêwazeke taybet bi hunera xwe çêkiriye û karîye ku cîhê xwe di nav çalakîyên hunerî li Herêma Kurdistanê bigire.
Naz li Hewlêrê ji dayik bûye û ji zaroktîya xwe ve nêzîkî hunerê bûye û bi wê mijûl bûye. Ew yek jî jiber guhdana malbata wê ku wê perwerdekirin li ser hezkirina huner û wêjeyê.
Naz jiber serkeftina wê, di xwendinê de beşa programsaziyê xwend, lê ev yek wê ji hunera wê dûr nexistiye.
"Programsazî ji xeyalên min re wek geşbîniyeke û aramî dide giyanê min."
Di berhmên wê de bandora çîrok û wêjeyê dîyar dibe û ew dixwaze ku berhmên wê bibin zimanê wêje yê, jiber vê yekê di berhmên xwe de pir mirov û reng dîyar dibin.
Naz beşdarî çalakîyên hunerî li Herêma Kurdistanê bûye û hin berhemên taybet bo pirtûkên zarokan jî amade kirine û hîn jî berdewam dike.
Ew geşbîn e ku huner dikare geşbîniyê bîne nav civaka Kurdan.
Your browser doesn’t support HTML5