Rêberê Opozîsyona Rûsî Navalny ji Nexweşxanê Wêneya Xwe Weşand

Navalny û endamên malbata wî li nexweşxaneya Charite ya li Berlîn, 15 Îlon 2020

Rebêrê opozîsyona Rûsî yê jahirkirî Aleksei Navalny yê 44 salî, îro ji Nexweşxaneya Charite ya Berlînê ku tê derman kirin, wêneyeke xwe weşand.

Navalny di weneyê de lawaz xuya dikir lê bi rewşa xwe henek dikir û got ku ew piştî jarhrkirina bi gaza kîmyayî ya Novichok keyfxweş e ku dikare bêhna xwe bistîne.

Weneya ku li ser Instagram hate weşandin, ji 22'yê Tebaxê vir ve, ku hîngê ew jibo dermankirine ji Rûsya bo Nexweşxaneya Charite ya Berlînê hatibû birin, fotoya wî ya yekê ye.

"Silav, ev Navalny ye. Min bêrîya we kirîye. Ez hîn jî nikarim hema hema tişteke bi serê xwe bikim, lê duh tevahîya rojê min karibû bêhna xwe bigirim,” wî li ser Instagramê bi zimanê Rûsî-nivîsand.

Navalny dema ku dihat derman kirin zêdetirê du hefteyan di komaya bi bijîşkî de hatibû hiştin.

Karbidestên nexweşxaneyê di 7'ê Îlonê de dîyar kirin ku rewşa wî baştir bûye û ji komayê hatiye derxistin.

Nexweşxaneyê roja Duşemê ragihandibû ku ew ji girêdana alava oksîjenê rizgar bûye û dikare bo demên kurt ji nivîna xwe derkeve.

Tevî başbûna wî, doktoran got ku ew nikarin pirsgirêkên saxlemîyê yên demdirêj yên jiber jahrkirinê ji holê rakin.

Berdevika Navalny, Kira Yarmysh ji ser Tweeter ragihand ku Navalny plan dike ku piştî qencbûnê vegere Rûsyayê.