Servîsa Girtîgehên Rûsî Dibêje Navalny Canê Xwe ji Dest Daye

Servîsa Girtîgehên Rûsya îro Înê ragihand ku Alexei Navalny, ku bi muxalefeta xwe ya dijî Kremlîn û Serokê Rûsî Vladimir Putin dihat nas kirin, canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyanîya servîsê, Navalny îro Înê piştî ku meşîye xirab bûye û ji ser hişên xwe çûye.

Servîsê dîyar kir ku jibo rehabîlîtekirinê ambulansek hatiye, lê Navalny miriye.

Tîma Navalny ser mirina wî hîn ti şirove nekiriye.

Navalny ku jiber tundrêbûnê cezayê girtîgehê yê 19 salan sitandibû meha Berfanbarê ji girtîgeha li herêmê Vladimir ya li navenda Rûsya veguhestibûn kolonîya bi ewlekarîya bilind.

Kolonîya li Kharp ya li Yamalo-Nenets ku 1900 kîlometre li rojhilatê bakurê Moskowê ye.

Alîgirên Navalny ser wê veguhestinê gotibûn ku hewildana bêdengkirinê ye û veguhestin şermezar kiribûn.

Navalny, ku ji serê sala 2021’an vir ve di girtîgehê de bû, berî were girtin li dijî perexwarinê û Kremlînê protestoyên berfireh li dar xistibûn.

Jêder: VOA, Reuters