Nauert: Bo Brunson Peyvajoya Hiqûqî Didome

NBC berî rûniştina nû ya qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, îdia kir ku Amerîka û Tirkîyê ser berdana Brunson li hev kiriye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku wan hay ji ti lihevkirinê tune.

NBC ji zarê du karbidestên rêvebirîya Trump dabû zanîn ku Qesra Sipî li bendê ye Brunson di rojên pêş de were berdan.

‘’Min hay ji ti peymanan tune, peyvajoya hiqûqî didome’’ Nauert got û bi bîr xist ku roja Înê dê rûniştina nû pêk were.

Nauert dîyar kir ku hikûmeta Amerîka doza Brunson, Amerîkîyên din yên girtî û hemwelatîyên Tirkîyê yên ku li navendên dîplomatîk dixebitîn û hatine girtin, ji nêz ve dişopîne.