Piştgiriya jibo Ukrayna Rojeva Serekî ya Hilcivîna NATO Ye

Weneyek ji Hilcivîna NATO ya li Wasgington DC, Amerîka, 9 Tîrmeh 2024

Dema ku serokên hevbendiya leşkerî di roja yekê ya hilcivînê de li Washingtonê civyane. Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Qesra Sipî Jake Sullivan îro Sêşemê jibo xurtkirina piştgirîya Amerîka û NATO ji Ukraynayê re jimarek tedbîr ragihandin.

Jake Sullivan di konferansekê de li ser pîşesaziya berevanîyê ev daxuyanî da, ku ji alîyê Odeya Bazirganîyê ya Amerîka - rêxistin û tora karsaziya herî mezin a cîhanê - ve tê piştgirî kirin.

Sullivan dîyar kir ku NATO wê di rojên pêş de fermandarîyek leşkerî ya nûya li Almanya ragihîne, bi seroktîya generalekî sê stêrk jibo rahênanan û biçekkirina hêzên Ukrayna.

Wî herwiha eşkere kir ku NATO wê nûnerekî payebilind li Kîevê destnîşan bike, da ku peywendîya Ukraynayê bi hevbendîyê re xurt û berfireh bike.

Sullivan destnîşan kir ku NATO pabend e ku di demdirêjîyê de ligel Ukraynayê bisekine, jiber ku ew dijî dagirkerên Rûsî şer dike.

"(Serokê Rûsya Vladimir) Putin nikare me ji hev biqetîne. Nikare dijî me zêdetir bisekine. Nikare me qels bike. Û ne Rûsya, wê Ukrayna bi ser bikeve," wî got.

Sekreterê Giştî yê NATOyê jî, ji rebêrên pîşesaziya berevanîyê û karbidestên welatên endamên NATO’yê gotarek pêşkeş kir, ku çawanîya zêdekirina hilberîna berevanîyê destnîşan kir, dema şerê li Ukraynayê didome.

Li hilcivînê endamtiya Ukraynaya li NATO’yê jî tê nirxandin.

Di rojeva îro Sêşemê de civînek li ser jin, aştî û ewlehîyê jî hebû ku bi mazûvanîya wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken pêk hat.

Li bendê ye ku Serokê Amerîka Joe Biden di derengîya îro Sêşemê de, di mersîmeke bîranînê de biaxife, ku jibo salvegera 75an ya NATO’yê tê darxistin.

Jêder:Reuters